Tirkiye

Li Wanê minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê: 4 mirî

Li Wanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê û li gor agahiyên ewil 4 kes mirin.

Nihat Kavşut  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 18.07.2019
Li Wanê minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê: 4 mirî

Van

Li Wanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê û li gor agahiyên ewil 4 kes mirin.

Li gor agahiyan li ser rêya Wan-Ozalpê li nêzîkî Erçeka taxa navçeya Îpekyoluyê minîbusa bi plaqeya 76 AAC 296 ku şofêrê wê nayê zanîn ji rê derket û qelibî şerampolê û li ser hewarê gelek ambulans û ekîb sewqî ciyê bûyerê kirin.

Li gor agahiyên ewil di qezayê da 4 kes mirin û gelek kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyên li Wanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın