Li Wanê ji ber îdiaya qaçaxçîtiya koçberan kirine der barê 23 şikbaran da miemele hat kirin
Van
Li Wanê di operasyonên nav hefteyekê çêbûn da der barê 23 şikbaran da ji ber îdiaya qaçaxçîtiya koçberan kirine miemele hat kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr tîmên Midûriya Şaxa Deriyên Hidûdê û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan li bajêr ji bo ku rê li ber qaçaxçîtiya koçberan bê girtin xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da tîman li bajêr di navbera 4-10ê cotmehê da operasyon kirin û der barê 23 şikbaran da miemele hat kirin.
Di operasyonê da 175 hezar û 805 lire ceza li xwediyê wesayît, mal û otelan hat birîn, dest dan 3 wesayîtan.