Tirkiye

Li Wanê Goristana Selçûqî-Qereqoyuniyan a dîrokî wê were restorekirin

İbrahim Atmaca  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Li Wanê Goristana Selçûqî-Qereqoyuniyan a dîrokî wê were restorekirin

Van

 Qaymeqamê Erdîşa Wanê û Cîgirê Şaredar Nurî Mehmetbeyoglu diyar kir, Goristana Selçûqî-Qereqoyunî ya dîrokî ku gorên şair Ercîşlî Emrah û Selvîxana ku bûye aşiqê wê jî lê ye, wê were restorekirin.

Mehmetbeyoglu, Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Abdulahat Arvas, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî û hin akademîsyenên ku di zanîngehê da wezîfedar in, goristan li taxa Çelîbaxê ziyaret kir.

Mehmetbeyoglu li ser gora Ercîşlî Emrah û Selvîxanê dia kir û diyar kir ku ev goristan li bajêr di nav cihên dîrokî yên herî girîng da yek e. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Erdîşê par gora Ercîşlî Emrah û Selvîxanê restore kiribû.

Mehmetbeyoglu li ser girîngiya Ercîşlî Emrah sekinî û diyar kir, ji bo ku haya nifşên paşerojê jî ji Ercîşlî Emrah çêbibe ew ê xirabeyên herêmê û goristanê restore bikin.

Parlamenter Arvas jî got ku ew ê piştgiriyê bidin restorasyonê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.