Li Wanê di operasyona terorê da sîlah û teqemenî hatin bidestxistin
Van
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da çek, teqemenî û muhîmmat hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo deşîfrekirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatan didomîne.
Di vê çarçoveyê da ji bo tesbîtkirina sitargehên rêxistina terorê û depoyan li devera çiyayî ya navçeyê di 16ê gulanê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da 2 tivingên peyadeyan a AK-47ê, 100 fîşeng, 8 şarjor, 400 gram teqemeniya destçêkirî, 60 kîlo titûn û gelek alav hatin bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.