Tirkiye

Li Wanê di malê da 10 koçberên bêdestûr hatin girtin

Emre Ilıkan, Yılmaz Kazandıoğlu  | 16.01.2022 - Rojanekırın : 18.01.2022
Li Wanê di malê da 10 koçberên bêdestûr hatin girtin

Van

Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 10 koçberên bêdestûr ên ku ji eslê xwe Efxanistanê ne, hatin girtin, organîzatorek hat binçavkirin.

Ekîbên Midûriya Ewlehiya Bajêr, li taxa Walî Mîthat Beg li ser maleke ku tê da koçberên bêdestûr hatin tesbîtkirin, operasyon kir.

Di operasyonê da 10 koçberên bêdestûr hatin girtin, gumanbarê ku li got tesbîtê organîzator e, hat binçavkirin.

Ji biyaniyan rewşa tenduristiya kesekî ne baş bû û ew birin nexweşxaneyê.

Piştî kar û barên li ewlehiyê koçberên bêdestûr teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Wanê kirin.

Li tevahiya bajêr ji 1ê rêbendanê vir va polêsan di 21 operasyonan da der heqê 37 gumanbaran da miemele kir, 16 kes jê hatin tewqûfkirin.

615 hezar û 191 lire ceza li xwediyên wesayît, mal û otelên ku di sûc da hatine xebitandin, hat birîn û dest danîn ser 5 wesayîtan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın