Tirkiye

Li Wanê di hefteyekê da 57 kîlo û 441 gram hişbir hat girtin

Necat Hazar  | 06.12.2021 - Rojanekırın : 07.12.2021
Li Wanê di hefteyekê da 57 kîlo û 441 gram hişbir hat girtin

Van

Li Wanê bi destê ekîbên polêsan di hefteyekê da 57 kîlo û 441 gram hişbir hat girtin, 33 berşik hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku fealiyetên bazirganî, neql û depokirina hişbirê dikin, didomin.

Di vê çarçoveyê da di operasyonên ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê da yên di navbera 29ê Mijdarê-5ê Berfanbarê da 40 kîlo û 856 gram eroîn, 14 kîlo û 472 gram esrar, 236,77 gram hişbira sentetîk û 68 hebên hişbir hatin qefaltin.

Di operasyonan da 33 berşik hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın