Li Wanê bi qanîkirina cendirmeyan terorîstekî PKKyî teslîm bû
Van
Li Wanê bi qanîkirina cendirmeyan terorîstekî PKKyî teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Li gor daxuyaniya Walîtîyê ji bo endamên PKK/KCKya rêxistina terorê teslîm bibin xebatên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin di vê çarçoveyê da terorîstekî bi saya malbatê û cendirmeyan hat qanîkirin di 24ê Îlona 200an da li Îpekyoluya navçeya Wanê teslîm bû.
Hat gotin li herêmê ji bo aramî û ewlehiyê operasyon bibiryar û bênavber wê dewam bikin.