Tirkiye

Li Wanê bi lerza 4,9an erdhej

NÊRÎNA WALÎ LÊ HAT ZÊDEKIRIN

İbrahim Halil Yakut  | 06.12.2021 - Rojanekırın : 07.12.2021
Li Wanê bi lerza 4,9an erdhej

Van

Li Tuşbaya navçeya Wanê bi lerza 4,9an erdhej çêbû.

Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), di saet 00.46an da li navçeya Tuşbayê bi lerza 4,9an erdhejek çêbû.

Hat tesbîtkirin, erdhej di 7,62 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emin Bilmez ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, di erdheja bi lerza 4,9an a li navçeya Tuşbayê da li gorî encamên destpêkê tu ziyaneke canî û madî çênebû.

Bilmez destnîşan kir ku ekîbên AFAD, cendirme û her wiha yên 112ê li herêmê lêkolînên xwe didomînin û wiha got, "Heta niha rewşeke neyînî negihîştiye ber destê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın