Tirkiye

Li Wanê 7 hezar û 650 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin hatin bidestxistin

Emre Ilıkan  | 13.05.2021 - Rojanekırın : 13.05.2021
Li Wanê 7 hezar û 650 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin hatin bidestxistin

Van

Li Wanê 7 hezar û 650 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin hatin bidestxistin, li kesekî hezar û 854 lire ceza hat birîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr da hat diyarkirin ku di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da masiyên încî kefal ji bo xerzên xwe daynin berî xwe didin çeman, ekîb ji bo masî bi qaçaxî neyên girtin jî kontrolan didomînin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên midûriyetê bi cendirmeyan ra di vê çarçoveyê da operasyon birin ser Çemê Akkopriyê, Kanala Şamranê, Yalinduza taxa Muradiyeyê.

Di operasyonê da 4 ton û 650 kîlo masiyên bi qaçaxî hatine girtin, 3 ton masiyên hê hişk nebûne û 300 mêtro manyat û 10 torên tirivirî hatin girtin. Masiyên zînde dîsa berî avê dan û yên din hatin îmhekirin.

Hat diyarkirin ku kesekî bi qaçaxî masî digirt 1854 lire ceza hat birîn.

Îbrahîm Gorentaşê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr diyar kir ku xerzdanîna masiyên încî kefalê dewam dike û girtina wan qedexe ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın