Tirkiye

Li Wanê 33 koçberên bêdestûr hatin derdestkirin

Necat Hazar  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 27.10.2021
Li Wanê 33 koçberên bêdestûr hatin derdestkirin

Van

Li Tuşba û Gevaşa navçeyên Wanê 33 koçberên bêdetûr ên welatiyê Efxanistanê hatin derdestkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr têkoşîna dijî qaçaxçîtiya koçberên bêdestûr didomînin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Gevaşê li taxa Dokuzaxacê li ser şikê minibês dan sekinandin û 11 koçberên bêdetûr ên welatiyê Efxanistanê girtin.

S.A.yê ajokar hat binçavkirin, S.B.yê derbasbûna koçberan organîze dikir hat girtin. Dadgehê ji bo herdu şikbaran jî biryara girtinê da.

Wekî mayîn ekîbên cendirmeyan operasyon birin ser dikanên N.S.Î, U.S.E. û A.K.

Di operasyonê da 22 Efxanên koçberên bêdestûr hatin derdestkirin.

Koçberên bêdestûr ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û ekîban koçber teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.

Karûbarên li fermandariya cendirmeyan ê N.S.Î, U.S.E. û A.K. hê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın