
Van
Li Ozalpa navçeya Wanê, ekîbên şaredariyê çêleka di heriyê da ma xilas kirin.
Çêleka Fesih Îzbelek a li mêrga nêzîkî Taxa Çubukluyê diçêriya, di korta heriyê da asê ma.
Îzbelekê ku nikaribû çêlekê ji heriyê derxe, alîkarî xwest. Ekîbên Amîriya Koma Îtfaiyeya Ozalpê ya girêdayî Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê halet avêtin navtenga çêlekê û bi kemçeyê va kaş kirin û derxistin.
Îzbelek ji ber alîkariyê, spasiya ekîbên şaredariyê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.