Tirkiye

Li Wanê dîwarên bajarê kevnare bi pergala hechecokan hatiye avakirin ku di erdhejê da saxlem be

Necmettin Karaca   | 19.10.2021
Li Wanê dîwarên bajarê kevnare bi pergala hechecokan hatiye avakirin ku di erdhejê da saxlem be

Van

WAN (AA) - Li Girê Zernakiyê ya li Erdîşa navçeya Wanê di xebatên bermayiyên bajarê dîrokî ya li ser qadeke 270 hektarî hatiye avakirin da hat tesbîtkirin ku kevirên sûrên bajêr bi pergala hechecokan hatine danîn ku ew di erdhejê da saxlem bibe.

Li girê taxa Işikliyê xebatên kolandinê 10 roj berê dest pê kir ku ekîba ji 20 kesan pêk tê hê jî li wir dixebite.

Midûrê Muzeya Wanê Erol Uslu serokatiya xebatan dike û bi şêwirmendiya Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê xebat tên meşandin.

Di xebatan da hat tesbîtkirin ku di çêkirina kevirên sûrên bajêr da xerc nehatiye bikaranîn, kevir bi pergala hechecokan hatine danîn ku dîwar di erdhejê da saxlem bin.

- "Kevir bi hev va hatine zeliqandin"

Erol Usluyê serokatiya xebatan dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Bajarê Kevnar ê Zernakiyê agahiyên nû yên ku dîroka Wanê ronî bikin hatine bidestxistin û wiha axivî: "Di xebatên arkeolojiyê da bi eşkere tê dîtin ku di kevir û dîwarên sûran da pergala hechecokan hatiye bikaranîn. Em di dîwarên ji binê axê derdikevin rûyê erdê da jî vê yekê dibînin. Bi saya vê xebatê me tesbît kir ku dîwarê sûrê yê pêşiyê ji 7 blokan pêk tê û li ser zinar hatiye avakirin. Bi taybetî di pergala dîwêr da hemû kevir bi hev va hatine zeliqandin."

Uslu got ev agahî ji bo dîroka vê derê bê tesbîtkirin ji wan ra daneyeke girîng e û wiha dewam kir: "Di erdê da jî tebeqeyeke wek kirêcê hatiye bikaranîn ku hişk bibe û kevir neşiqitin. Bi vî awayî avahî li hember erdhejê hatiye saxlemkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın