Tirkiye

Li Wanê cixareya qacax, dermanê botoksê û makaron hat bidestxistin

Necat Hazar   | 03.07.2022
Li Wanê cixareya qacax, dermanê botoksê û makaron hat bidestxistin

Van

 Li Çaldêran û Erdîşa navçeyên Wanê 1185 dermanên botoksê, 4 hezar û 500 pakêt cixare û 540 hezar makaronên qaçax hatin bidestxistin, der heqê 5 kesan da tehqîqata edlî dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Ewlehiyê, li tevahiya bajêr ji bo deşîfrekirina kesên bi mebesta qezenca neheq, bazirganiya berên qaçax dikin, xebat dewam dike.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Qaçaxcîtî û Têkoşîna Sûcên Organîze li navçeyên Çaldêran û Erdîşê di wesayîtekê û kargehekê da lêgerîn kir û 1185 dermanên botoksê, 4 hezar û 500 pakêt cixare û di nav 2 hezar û 700 qartonî da 540 hezar makaronên qaçax bi dest xistin.

5 gumanbarên ku hatin binçavkirin, der heqê wan da tehqîqata edlî dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın