Tirkiye

Li Wanê 5 avahiyên metrûk ên koçberên bêdestûr lê diman hatin hilweşadin

Necat Hazar   | 26.09.2021
Li Wanê 5 avahiyên metrûk ên koçberên bêdestûr lê diman hatin hilweşadin

Van

Li Wanê 5 avahiyên metrûk ên ku koçberên bêdestûr lê diman bi makîneyên şixul hatin hilweşadin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên qefaltina kesên ku qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan dikin, didomin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û yên Midûriyeta Şaxa Deriyên Hidûd li Taxa Hacibekirê 5 malên metrûk tesbît kirin ku ji bo mayîna koçberên bêdestûr diemilînin û wekî "mala şokê" bi nav dikin.

Avahiyên vala di bin çavdêriya ekîban da bi makîneyên şixul hatin hilweşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın