Özkan Bilgin
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Wanê, li ser rêya Gewaş-Gurpinarê du wesayît li hev qelibîn û 8 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Murat Aslan û plaqeya wê 59 DM 489 e, li ser rêya Gewaş-Gurpinarê li wesayîta ku şofêrê wê Bekir Abaci û plaqeya wê 46 D 8523 e qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme, ekîbên tenduristiyê, AFAD û agirkujê çûn cihê qezayê.
Jineke ku di wesayîtekê da asê mabû, piştî xebateke dirêj ya ekîban ji wêsayîtê hat derxistin.
Di qezayê da 8 kes birîndar bûn.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Rê demekê ji hatin û çûyînê ra girtî ma, lê piştî ku wesayît hatin rakirin rê vebû.