Tirkiye

Li Wanê 80 biyanî yên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin

Necmettin Karaca   | 22.07.2021
Li Wanê 80 biyanî yên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin Necmettin Karaca - AA

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê 80 biyanî hatin qefaltin ku hat tesbîtkirin bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê di fealiyetên kontrolkirina çolê da li kirê Taxa Karahanê koma koçberan a ku dimeşiya ferq kir.

Ekîban operasyon bi ser deverê, 80 biyaniyên Efxan ku hat tesbîtkirin bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne, qefaltin.

Hat ragihandin, piştî kutabûna miemeleyan dê koçberan radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.

Li navçeyê 8 kesên ku di demên cuda da di operasyona dijî kesên ku ji sînor derbasbûna dereqanûnî organîze dikin da hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın