Tirkiye

Li Wanê încî kefalên ku bi qaçaxî hatin girtin, paşve avêtin golê

Li Bêgiriya navçeya Wanê 500 kîlo încî kefalên ku li gor tesbîtê qaçax hatine girtin, paşve avêtin Gola Wanê

İbrahim Atmaca   | 15.05.2019
Li Wanê încî kefalên ku bi qaçaxî hatin girtin, paşve avêtin golê

Van

Li Bêgiriya (Muradiye) navçeya Wanê 500 kîlo încî kefalên ku li gor tesbîtê qaçax hatine girtin, paşve avêtin Gola Wanê.

Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendirmeya Bajêr hat dayîn, di çarçoveya qedexeya girtina masiyan da xebat berdewam in ku pêşî li ber girtina masiya încî kefalê were girtin.

Her çend di heyama xerzdanînê da girtina masiyên Gola Wanê qedexe be jî, êxbar hat dayîn ku încî kefal girtine. Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeyê li ser êxbarê ket dewrê.

Ekîban li qeraxa taxên Karahan û Balakliyê keleka ku 5 mêtre dirêj e û di nav avê da tor dît.

Ekîban tor derxist û nêzî 500 kîlo masiyên ku ketibûn torê avêtin nav avê.

Ekîban dest danî ser kelek û toran û teslîmî ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın