Tirkiye

Li Tunceliyê melzemeyên jiyanê yên rêxistina terorê hatin bidestxistin

Elif Irmak  | 01.10.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Li Tunceliyê melzemeyên jiyanê yên rêxistina terorê hatin bidestxistin

Tunceli

 Li Pulumura navçeya Tunceliyê di operasyona cendirmeyan da gelek melzemeyên jiyanê yên terorîstan hat bidestxistin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çolwarê navçeya Pulumurê operasyon kir.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di operasyonê da li qadên hat tesbîtkirin ku rêxistin bi kar tîne da 700 kîlograma arvan, 100 kîlogram şekir, 150 kîlogram birinc, 200 kîlogram savar, 400 pakêt meqarne, 70 kîlogram çay, 150 kîlogram xwê, 50 kîlogram tûtin, 50 kîlogram penêr, 30 kîlogram ava bacanan, 25 kîlogram rûnê avî, 60 kîlogram nîsk, 25 kîlogram nok, 25 kîlogram fasûlî, 3 cot pêlavên mekap, 180 mêtro branda, 200 mêtro naylonên serayê, 200 mêtro kapikê çiyageran û 140 pîl hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.