Li Tunceliyê mamosteyên 26 sal berê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibûn şehîdkirin, hatin bibîranîn
Tunceli
Li Mazgirta navçeya Tunceliyê 6 mamosteyên 26 sal berê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibûn şehîdkirin, bi merasimekê va hatin bibîranîn.
Mamosteyên Dibistana Gundê Darikentê Rustem Şen, Metîn Kaynar, Alî Îhsan Çetînkaya, Mustafa Karinca, Bumîhan Temîzkan û Vedat Înanê di 11ê Îlona 1994an da ji hêla terorîstên PKKyî va hatibûn şehîdkirin, hatin bibîranîn.
Li dibistana gund merasimek hat lidarxistin, ji bo mamosteyan rêz hat girtin, dia hatin kirin.
Midûrê Perwerdeyê yê Neteweyî yê Navçeyê Mustafa Gurbuz, rêvebirên saziyan, midûrê dibistanê, mamoste û xwendekar beşdarî merasimê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.