Tirkiye

Li Tunceliyê li 5 kesên qaçaxî nêçîra kew û kêrgûşkan dikirin ceza hat birîn

Sidar Can Eren  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Li Tunceliyê li 5 kesên qaçaxî nêçîra kew û kêrgûşkan dikirin ceza hat birîn

Tunceli

 Li Tunceliyê li 5 kesên qaçaxî nêçîra kew û kêrgûşkan dikirin 20 hezar lire ceza hat birîn.

Wezîfedarên Midûriyeta Şaxa Tunceliyê ya Midûriyeta Herêma 15an a Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî li hin herêmên bajêr derketin kontrolan.

Ekîban di kontrolan da dîtin ku ji 23 nêçîrvanan 5 kes xwediyê belgeya nêçîrvaniyê nînin.

Li nêçîrvanên qaçax 20 hezar lire ceza hat birîn.

Wezîfedaran dest dan ser 4 kewên çîr, 4 kewên çîl, 2 kêrgûşk û 4 tivingên pê nêçîr hatibûn kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın