Tirkiye

Li Tunceliyê ji kategoriyên cuda 4 terorîst hatin berterefkirin

Hat ragihandin ku li Tunceliyê di du rojên dawîn da 1 jê di kategoriya "Tîtik", 3 jê di kategoriya "Gewr" da bi tevahî 4 terorîst hatin berterefkirin.

24.06.2019 - Rojanekırın : 25.06.2019
Li Tunceliyê ji kategoriyên cuda 4 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Tunceliyê di du rojên dawîn da 1 jê di kategoriya "Tîtik", 3 jê di kategoriya "Gewr" da bi tevahî 4 terorîst hatin berterefkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ya li ser operasyonên ewlekariya navxweyî, hat tesbîtkirin li Tunceliyê ji terorîstên ku di du rojên derbasbûyî da hatin kuştin, yek jê di kategoriya "tîtik" da, 3 jê jî di kategoriya "gewr" da ne.

Hat tesbîtkirin, ji 4 terorîstên ku li kirê navenda Tunceliyê di Operasyona Şehîd Cendirme Bînbaşi Yavuz Sonat Guzel-365 ku bi destê Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê hat lidarxistin da hatin berterefkirin, yek jê qaşo Berpirsê Eyaleta Dêrsimê yê YPSyê Cihan Çelebî ku navê wî yê kod "Hakki Çemîşgezek" e û di lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin da jî tevî 600 hezar lîre xelat di kategoriya "tîtik" da ye.

Herwiha hat diyarkirin, terorîstên din ên berterefkirî jî yek jê qaşo Berpirsê Eniya Rojava yê YPSyê Mazlum Atar e ku navê wî yê kod "Sîdar" e, yekî din qaşo ji Hêza Eyaleta Dêrsimê ya YPSyê Mahmut Altinbay e ku navê wî yê kod "Adnan Piro" ye û yê mayîn jî qaşo Berpirsê Çapemeniyê yê Qada Dêrsimê Abdulkerîm Avras e ku navê wî yê kod "Rizgar e" û tevî 300 hezar lireyî di kategoriya "gewr" da cih digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.