Tirkiye

Li Tunceliyê Girê Kavunê hezjêkerên pereşûta berpalê cezb dike

Sidar Can Eren  | 07.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Li Tunceliyê Girê Kavunê hezjêkerên pereşûta berpalê cezb dike

Tunceli

 Li Tunceliyê Girê Kavunê ku 1336 mêtre bilind e, havînê mazûvaniya hezjêkerên pereşûta berpalê dike.

Bajarê ku gelek xweşikahî lê hene, di salên dawîn da bi veberhênan va ji aliyê sporên siruştê û avê va jî pêş ket.

Li navçeya Ovacikê mala xweşiqitandinê heye, li Geliyê Pertek û Munzûrê navendên sporên avê hatin vekirin û piştgiriya turîzma herêmê dikin.

Li bajarê ku çiya, deşt û zozan lê hene, seba trekkîng, kamp, ajotina duçerxeyê û hilpazbûna zinaran jî guncaw e.

Girê Kavunê jî li gundê Kokluceyê ye û ji bo pereşûta perpalê bala hezjêkerên pereşûtê dikişîne.

Pereşûtvan bi rêberan dertên ser gir û piştî kutakirina amadehiyên xwe bi dorê difirin.

Pereşûtvan li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê ra difirin û menzereya bajêr ji hewa temaşe dikin.

Serokê Kulûba Hewagerî Sporên Adrenalînê ya Edeneyê Guner Akkaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bû heyranê xweşikahiyên siruştî û dîrokî yên Tunceliyê.

Akkaya diyar kir, ew li gelek bajarên Tirkiyeyê beşdarî çalakiyên pereşûta berpalê bûn û wiha dewam kir, "Dema ku li Tunceliyê seba pereşûta berpalê veberhênan werin kirin, tiştên xweştir wê pêk werin û vê derê wê êdî bi sporê were bibîranîn. Rojên xerab ên berê, li berê man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.