Li Tunceliyê çek û muhimatên terorîstan hatin bidestxistin
Tunceli
Li Xozata naçeya Tunceliyê di operasyona ku li çolterê hat lidarxistina da çek, muhimat û alavên jiyanê yên terorîstan hatin bidestxistin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di çarçoveya Operasyona Eren Abluka-7ê da li dijî herêma Ali Bogaziyê operasyon li dar xist.
Hêzên ewlekariyê yên ku li çolterê kontrol û lêgerîn pêk anîn, li devera daristanê stargehek tesbît kir.
Di stargehê da kalaşnîkof, şarjor, 29 fîşeng, dûrbîn, şemsiye, betanî, 5 kîlogram ar, 3 kîlogram şekir, 3 kîlogram çay, gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Stargeh ji hêla hêzên ewlekariyê va hat îmhekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.