Tirkiye

Li Tunceliyê 9 sitargehên ku terorîstan xebitandine hatin hilweşandin

Sidar Can Eren  | 24.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Li Tunceliyê 9 sitargehên ku terorîstan xebitandine hatin hilweşandin

Tunceli

 Li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê di operasyona ku hat kirin da 9 sitargehên ku terorîstan dixebitandin, hatin hilweşandin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr di çarçoveya Operasyona Eren-6 Çiyayên Mercanê da li devera çiyayî ya Nazimiyeyê dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin.

Kûçikên perwerdekirî li erazî şop gerandin û hêzên asayîşê 9 sitargehên ku terorîstan bi kar anîne tesbît kirin.

Di lêgerîna sitargehên ku hatin hilweşandin da muhimata avêtina bombeyan, 2 şarjorên tivinga peyadeyan a HK-33yê, 2 şarjorên G-3yê, muhimata bixiyê, 8 çenteyên piştê, 5 bloqên pîlan, cîhazê dengê sîrenê, 100 mêtre qabloya ceyranê û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Ji bo ku terorîst li herêmê baregeha xwe ya zivistanê çênekin û ji bo derbasbûna navbera bajaran were astengkirin, bi beşdariya 1060 personelan va operasyon dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın