Li Tunceliyê 7 stargehên terorîstan hatin jinavbirin
Tunceli
Li Pulumura navçeya Tunceliyê di operasyona hat kirin da 7 stargehên ku terorîstan hatin jinavbirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr di çarçoveya Operasyona Eren-7 Mercan Munzurê da li navçeya Pulumurê operasyon birin serî.
Hêzên ewlehiyê yên ku der û dorê kontrol dikirin 7 stargehên ji alî terorîstan va dihatin bikaranîn tespît kirin.
Ew 7 stargehên terorîstan jî hatin jinavbirin û 700 cebilxaneya M-16an, 50 cebilxaneya Bîksiyê, 3 cebilxaneyên kalaşnîkofê, aku, 2 tupên biçûk, qablo, makîneya dirûtinê, 3 çetikên piştê, 2 blokên pîl û gelek jî amûrên jiyînê hatin bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.