Tirkiye

Li Tunceliyê stargeheke 5 menzelî ya terorîstan hat îmhekirin

Di stargehê da cebilxane û amûrên jiyanê hatin bidestxistin

Sidar Can Eren   | 25.09.2021
Li Tunceliyê stargeheke 5 menzelî ya terorîstan hat îmhekirin

Tunceli

 Di operasyona li Pulumura navçeya Tunceliyê da stargeheke 5 menzelî ya terorîstan hat serobinkirin.

Walîtiyê daxuyanî weşand û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr di çarçoveya Operasyona Eren-7 Mercan Munzurê da li gundewara Pulumurê operasyon li dar xistin.

Di kontrolan da hêzên ewlehiyê li stargeheke terorîstan a 5 menzelî dît û îmhe kirin.

Ji stargeha hat îmhekirin 850 fişekên M-16an, 350 fişekên bîksiyê, 2 şarjorên kaleşnîkofê, bêtêlek, 15 tupên mezin, 13 tupên biçûk, jeneratorek, 50 lître mazot, 10 lître qazyaxî, 9 blokên pîl, 100 metre qabloya ceyranê û hinek tiştên din hatin derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın