Li Tunceliyê heywanên kovî ji ber berf û sermayê di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikşînin
Tunceli
Li Tunceliyê heywanên kovî ji ber berf û sermayê li çolê di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikşînin.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li bajêr çar demsalan jî ji bo heywanên curbicur jîngeheke baş e.
Ji ber berfa zêde ya li herêmê, deverên çiyayî û daristanî yên parka neteweyî bi berfa spî hatin nixumandin.
Li parka neteweyî carinan qalindahiya berfê ji 2 mêtroyan derbas dibe û ji ber vê bizinkovî, beraz û sîsark ji bo dîtina xwarinê têdikoşin.
Ev heywan li berpalên bilind li dû xwarinê digerin, carinan jî dadikevin nav bajêr.
Ekîbên Parastina Sirûştî û Parkên Neteweyî jî li herêmê dem demî xwarinê datînin çolê ku heywan bixwin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
