Tirkiye

Li Tokatê mînîbus totî kendal bû, 4 kes mirin, zarokek birîndar bû

Ekber Türkoğlu   | 30.06.2022
Li Tokatê mînîbus totî kendal bû, 4 kes mirin, zarokek birîndar bû

Tokat

Li Reşadiyeya navçeya Tokatê mînîbus totî kendal bû, 4 kes mirin, zarokek birîndar bû.

Mînîbusa ajokarê wê Necati Erdem (54) û plaqeya wê jî 60 KT 553 ye, li gundê Çamlikayayê totî kendalê bi qasî 300 metreyî bû.

Di qezayê da tevî ajokar, Serpil Erdem (46), Nebile Erdem (45) û Yusuf Meriç Çetin (7) yên di wesayîtê da li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Çinar Erdem (7) jî birîndar bû.

Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Ekîbên AFADê xebata derxistina cinazeyên di kendal da dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın