Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê nêzîkayî li 128 hezaran kir

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 989 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 127 hezar û 973an.

Ahmet Aydın  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê nêzîkayî li 128 hezaran kir

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 839 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 25 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 35 hezar 600 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 39 hezar û 194an.

Di 24 saetên dawîn de 839 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 163 hezar û 942an. 25 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 540î. Herwihabi rehetbûna 989 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 127 hezar û 973an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 648 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 287 in.

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara pêketiyan di asta çaverêkirî de ye. Kêmbûna hejmara yên girêdayî ventîlatorê berdewam e. Siberoj bi pabendiya herdu mercên maske û jihevdûriya civakî, pêkve mumkun e. Jiyana civakî bi kontrol baş e. Ji rîskê birevin. Tedbîr çiqas zêde bin dê encam baştir bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.