Tirkiye

Li Tilloya ku mehek e waqieyên Kovîd-19ê derneketine tevdîr bêkêmasî tên tetbîqkirin

Li Tilloya navçeya Sêrtê bi saya tevdîrên ku di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê hatin hildan û ji ber ku welatiyan yek bi yek guh dan rêbazan û rehet tevnegeriyan ji 22yê rêbendanê vir va waqieyên nû nehatin tesbîtkirin

Elif Irmak   | 23.02.2021
Li Tilloya ku mehek e waqieyên Kovîd-19ê derneketine tevdîr bêkêmasî tên tetbîqkirin

Siirt

Li Tilloya navçeya Sêrtê bi saya tevdîrên ku di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê hatin hildan û ji ber ku welatiyan yek bi yek guh dan rêbazan û rehet tevnegeriyan ev mehek e waqieyên nû nehatin tesbîtkirin.

Li Tilloya 6 kîlomêtro dûrî navenda bajêr ku ji ber Tirbeya Îsmaîl Feqîrullah û pêkhateyên wê va ji sala 2015an vir va di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û gelek ziyaretvanan diezimîne welatî di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da yek bi yek rêbazan bi cî tînin.

Ji ber piştgiriya welatiyan a ji bo têkoşîna dijî şewbê, hişyarî û kontrolên ekîbên polês û cendirmeyan ên der barê tevdîran da û bi saya xebata fedakarane ya personelên tenduristiyê ji 22yê rêbendanê vir va waqieyên nû nehatine tesbîtkirin.

Qaymeqam Lokman Duzgun daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya xebatên behredar ên sazî û dezgehên kamuyê û hesasiyeta welatiyan ji roja ewil va dijî şewbê têkoşîneke çalak dan.

Duzgun bal kişand ku li navçeyê herkes dijî şewbê di teyaquzê da bû û got ku "Tilloya me performanseke baş nîşan da. Em her dem di bin nîvendiya Tirkiyeyê da bûn. Waqieya me ya herî dawîn di 21ê rêbendanê da hat dîtin. Ji wê rojê vir va li navçeya me tu waqie nehatin dîtin. Ji ber vê ev yek serkeftinek e û di vê serkeftinê da gelekî keda welatiyên me heye."

Duzgun qal kir ku li navçeyê kevneşopiya ziyareta sersaxiyê zêde ye û diyar kir ku di vê pêvajoyê da welatî ji bo ziyareta sersaxiyê neçûn ba eqrebayên xwe jî û li mal man.

Duzgun got "Şikir ku di encama van fedakariyan da 30 roj e em rastî tu waqieyê nehatin." û da zanîn ku hemû sazî û dezgehên li navçeyê di vê pêvajoyê da kedeke mezin dan.

- "Me dizanibû ku di têkoşînê da di destê me da formuleke veşartî tune"

Duzgun destnîşan kir ku saziyan bi îstişareyê dijî şewbê têkoşîn dan û wiha axivî:

"Me dizanibû ku di têkoşînê da di destê me da formuleke veşartî tune. Me bi taybetî di pêvajoya karantînayê da tengsistî nekir. Me hewl da ku di wê pêvajoyê da hişyariyan bidin welatiyên xwe. Hemû ekîbên me di mijara maske, mesafe û paqijiyê da mesaiyên xwe her roj ji bo bîrewerkirina welatiyên me derbas kir."

Duzgun diyar kir ku digel vê yekê şahidiya gelek waqieyên giran jî kirin û da zanîn ku li navçeyê hin caran heta 20 rojan carekê rastî waqieyekê hatin.

Duzgun behs kir ku Tillo ji ber menewiyata xwe gelekî tê ziyaretkirin û ev gotin:

"Digel vê me tevdîrên xwe hildan. Me li navçeya xwe jimara waqieyên xwe her çiqas daxistibe sifirê jî teqez dev ji tevdîran bernadin. Em dizanin ku dema serê vê karê berdin dê jimara waqieyan zêde bibe. Ji ber vê yekê telqînên me yên ji bo welatiyan hemû di vê çarçoveyê da ne. Lewra mijar tenduristiya mirovan e. Em ê bi hevkariya dewlet-milet ji vê nexweşiyê xilas bibin."

Duzgun behs kir ku li navçeyê xebatkatên tenduristiyê jî gelekî xebitîn û xebatên aşîkirinê dewam dikin.

- "Em ê ji niha pê va jî guh bidin tevdîran"

Şaredarê Tilloyê Îdham Aydin jî got ku di têkoşîna dijî şewbê da bi xebatên ku bi serkêşiya qaymeqamtiyê hatin kirin va serkeftineke girîng bi dest xistin.

Aydin got "Pêkanîna organîzasyona di navbera welatî û saziyên dewletê da gelekî girîng bû. Ji ber ku li navçeya me sîrkulasyona mirovan zêde bû me di serî da hinek zehmetî kişand. Paşê dema ku me tevdîrên hewce hildan bi gel ra bûn yek û guh da giştîname û hişyariyan me bawer kir ku em dikarin dijî vê şewbê li ber xwe bidin. Di encama vê da jimara waqieyan ket û dakete sifirê." Aydin da zanîn ku li welêt heta jiyan normalîze bibe dê dev jî pêkanîna tevdîran bernedin.

Aydin got "Jimara waqieyan daketi sifirê lê ev yek nayê wê meneyê ku şewb xilas bûye. Li navçeya me sîrkulasyona mirovan dewam dike. Em ê ji niha pê va jî tevdîrên xwe hildin û guh bidin tevdîran. Înşallah wek welat ji bo ku ji vê belayê xilas bibin çi ji destê me tê em ê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın