Tirkiye

Li tevahiya welêt rêjeya kesên ku du doz aşiya Kovîd-19ê bûne ji sedî 80 derbas bû

Ahmet Sertan Usul  | 16.11.2021 - Rojanekırın : 16.11.2021
Li tevahiya welêt rêjeya kesên ku du doz aşiya Kovîd-19ê bûne ji sedî 80 derbas bû

Ankara

Di çarçoveya têkoşîna ku bi Kovîd-19ê ra tê dayîn da li tevahiya welêt rêjeya kesên ku emrê wan 18 û ji 18an mezintir e û herî kêm du doz aşî bûne, ji sedî 80 derbas bû.

Wezareta Tenduristiyê li ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"yê rêjeya aşîkirinê ya li tevahiya Tirkiyeyê û 81 bajaran diweşîne.

Li gor vê li tevahiya welêt rêjeya kesên ku herî kêm du doz aşî bûne ji sedî 80,08 e, rêjeya kesên ku dozek aşî bûne jî ji sedî 90,01 e. Rêjeya kesên ku du doz aşiya Kovîd-19ê bûne li gor bajaran jî di navbera ji sedî 55 û 84an da diguhere.

Li tevahiya Tirkiyeyê jimara bajarên ku di kategoriya "şîn" da ne derket 47an û li van bajaran rêjeya kesên ku du doz aşî bûne ji sedî 75an derbas bû. Ji van bajaran li 22 bajaran rêjeya aşiyê ya di dozan ji sedî 80yî derbas bû.

Bajarê ku herî zêde meriv lê aşî bûne ji sedî 84an va Ordu ye. Dû ra ji sedî 83,4ê va Amasya, ji sedî 83,3yan va Mugla û Osmaniye tê. Pey van bajaran bajarên ku rêjeya wan a aşiyê ji sedî 80yî derbas dibin wiha ne:

"Kirklarelî (ji sedî 83,1), Çanakkale (ji sedî 82,7), Eskîşehir (ji sedî 82,5), Balikesir (ji sedî 81,7), Zonguldak (ji sedî 81,6), Burdur (ji sedî 81,3), Edirne (ji sedî 81,3), Bartin (ji sedî 81,2), Îzmir (ji sedî 81,1), Gîresun (ji sedî 80,9), Aydin (ji sedî 80,8), Manîsa (ji sedî 80,8), Tekirdag (ji sedî 80,5), Denizlî (ji sedî 80,4), Artvîn (ji sedî 80,3), Bîlecik (ji sedî 80,3), Çorum (ji sedî 80,2) û Sînop (ji sedî 80,2)."

- Rêjeya aşîkirinê ya her sê bajarên mezin

Îzmir ji sedî 81,1, Enqere ji sedî 78,9 û Stenbol ji sedî 73,4 e.

Rêjeya bajarên ku herî kêm aşî lê hatiye kirin bi kategoriya tûtik tên nîşandan û ev 8 bajar jî ev in:

"Bidlîs (ji sedî 62,7), Mêrdîn (ji sedî 61), Bîngol (ji sedî 60,7), Mûş (ji sedî 60,1), Sêrt (ji sedî 59,1), Diyarbekir (ji sedî 58,9), Batman (ji sedî 58,7), Şanliurfa (ji sedî 55,2)"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.