Fatma Sevinç Çetin Obuz
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Li tevahiya welêt germahiya hewayê wê ji sibê pê va li gor demsalê kêm bibe.
Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Sefa Dere der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da agahî da.
Dere daxuyand li gorî nirxandinên dawîn, ji sibê pê va li tevahiya welêt hewa wê parçe ewrayî û kêm ewrayî be, li qismên bakur û bakurê rojhilat ên welêt 3 roj baran tê pêşbînîkirin.
Dere anî ziman piştî roja înê baran wê here aliyên bakurê rojhilat ê Herêma Rojhilatê Anadoluyê, sibê jî barana ku li Rojhilatê Behra Reş bibare wê gur be.
Dere got germahiya hewayê wê ji sibê pê va li gor rewşa demsalê kêm bibe.