Tirkiye

Li terorîstê PKKyî yê ji Sûriyeyê bi paramotorê derbasî Amanosan bû doz hat vekirin

Lale Köklü Karagöz  | 07.04.2021 - Rojanekırın : 08.04.2021
Li terorîstê PKKyî yê ji Sûriyeyê bi paramotorê derbasî Amanosan bû doz hat vekirin

Hatay

 Der barê Yoldaş Selîm Çelîkê kurê Demir Çelîkê doz hat vekirin. Demir Çelîk berê Serokê Giştî yê BDPyê bû û di heyama 24emîn da jî parlementeriya HDPyê ya Mûşê kiribû û niha firar e.

Bi îdianameya bo Yoldaş Selîm Çelîkê PKKyî hat amadekirin qasî 27 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Endamê rêxistinê ji herêma Minbica Sûriyeyê bi paramotorê bi hewa ketibû û li Amanosan danîbû. Dema hat qefaltin jî li serê du çekên lûledirêj, demançe û gelek jî gule hatin qefaltin.

Di lîsteya terorîstên li wan digerin da ew di kategoriya "gewr" da bi navê "Savaş" cî digirt û lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Hatayê der heq da dabû destpêkirin temam bû.

Ji ber endamtiya rêxistina terorê û binpêkirina qanûnan va heta 27 salan der heq da cezayê hepsê tê xwestin û îdianameya bo wî amadekiribûn jî ji alî Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Hatayê va hat qebûlkirin.

Çelîk di îfadeya xwe da gotibû ku bavê wî ji ber bi siyasetê ra eleqedar bû ew di sala 2010an da çû Enqereyê cem bavê xwe.

Di berdewamiya îfadeya xwe da Çelîk qala ku çawa tevlî nav PKKê bûye kir û wiha domand: "Hevalekî min ê bi kodnavê Şervan dihat nasîn li ODTUyê xwendekar bû ji bo ez biçim serê çiyê hewl dida min qanî bike. Ez di sala 2013an da çûm avahiya BDPyê ya Diyarbekirê û qasî 10 rojan di mijara siyasetê xwe pêşva bir. Di sala 2013an da jî çûm Licê û li wê derê jî bikaranîna çekan û fikrên îdeolojîk hîn bûm. Bavê min li wê derê hat cem min û me xeberda ji ber ku navbera bavê min û rêxistinê xweş bû destûr dan ku em hev bibînin."

Di îfadeya xwe da endamê PKKyê got ku wî li Qendîlê jî hînî çêkirina bombe û teqemeniyan bû û ji alî Sûriyeyê jî bi paramotorê derbasî alî Tirkiyeyê bûye.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.