Tirkiye

Li taxa Wanê ya lê 6 xanî hilweşiyan cardin lehî rabû

Emre Ilıkan, Zafer Tayfur  | 02.08.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Li taxa Wanê ya lê 6 xanî hilweşiyan cardin lehî rabû

Van

 Li Başkaleya navçeya Wanê, ji ber lehiya ku duh rabû û di encamê de 5 xaniyên li Taxa Esenyamaçê hilweşiyan, îro jî şilî dewam dike ji ber şiliyê cardin lehî rabû.

Li Taxa Esenyamaça 60 kîlometre dûrî navçeyê ye duh piştî lehiyê bi tevkariya Şaredariya Mezin a Wanê, Rêbeja, ekîbên DSÎyê yên navçeyê xebatên temîrkirina rê û paqijkirina çemûrê hatin destpêkirin.

Wextê ku xebat dewam dikirin lehî rabû, xebat hatin rawestandin û ekîbên cendirmeyê hişyarî dan welatiyan ku tevî heywanên xwe va li ciyê ewle bisekinin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Asim Solak li herêmê agahî dan rojnamegeran û got, duh li herêmê ji ber lehiyê 6 xanî hilweşiyan, di 30 xaniyî da jî xisarek mezin çêbû.

Solak diyar kir ku xebatên tespîtkirina xisarê dewam dikin û wiha dewam kir:

"Ewil me ji bo paqijkirina kevir û çemûra li nava gund kom bû xebat kirin. Hemî saziyên me li vir in."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın