Tirkiye

Li şûna tekneya binavbûyî ya sembola Gola Wanê dê yeke nû were danîn

Mesut Varol  | 27.11.2021 - Rojanekırın : 28.11.2021
Li şûna tekneya binavbûyî ya sembola Gola Wanê dê yeke nû were danîn Özkan Bilgin - AA

Van

Şaredariya Edremîta Wanê xebat da destpêkirin ku şûna tekneya binavbûyî ya ku li Gola Wanê bi kêmbûna avê derketibû holê, lê pêr ji hêla xwediyên wê va hatibû jihevxistin û rakirin, yeke nû were bicihkirin.

Li Taxa Donemeçê li peravê gola ku ava wê bi tesîra veguherîna demsalê, hişkesalî û kêmbûna berf û baranê va kêm bûye, tekneyek derketibû ser rûyê erdê. Lêbelê tekne pêr ji hêla xwediyên wê hat jihevxistin û rakirin.

Piştî ku xwezahezan xemgîniya xwe anîn ziman, Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say li ciyê ku tekneya binavbûyî hat rakirin, geriya û telîmat da ekîban ku şûna wê yeke nû were danîn.

Îsmaîl Say di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Gola Wanê jî nesîbê xwe ji germbûna kurewî wergirt û li hin ciyan ava wê pir kêm bûye.

Say diyar kir, li ciyên ku ava golê kêm bûye ew ê xebateke berfireh a paqijiya dewrûberê bikin û wiha dewam kir:

"Li ciyê ku Deltaya Donemeçê digihêje golê av zehf kêm bûye ku ev jî tesîra hişkesaliyê nîşan dide. Em jî îro li vir geriyan û me ev der kontrol kir. Li vir geşedanek qewimî ku wênehez li ber xwe ketin. Tekneya binavbûyî ya ku timî wêneya wê dihat kişandin, ji hêla xwediyên wê hat rakirin. Me jî xebat da destpêkirin ku ev bîranîn ji bo welatiyên me û ji bo wênehezan bidome. Em ê di kurtedemekê da tekneyeke nû li vir bicih bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.