Tirkiye

Li Sêrtê li herêma ku 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin çek û muhimat hatin bidestxistin

Fecri Barlık  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Li Sêrtê li herêma ku 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin çek û muhimat hatin bidestxistin

Siirt

 Li Sêrtê li herêma ku operasyon lê hat kirin û 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin; çek, muhimat û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeya Bajêr li gundewarê Yassidagê ya navçeya Erûhê dijî PKKya rêxistina terorê "Operasyonên Eren-13ê" tên kirin.

Di vê çarçoveyê da duh 3 terorîst hatin berterefkirin û paşê li herêma operasyonê lêgerîn hat kirin.

Di lêgerînan da 2 tivingên keleşnîkofê, tivinga M-16ê, 2 bombeyên destan, 5 şarjor, dokumanên rêxistinî, xida û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Li herêmê sitargeh û baregehên ku li gor tesbîtê terorîstan xebitandiye jî hatin îmhekirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu duh daxuyandibû ku di çarçoveya operasyonên Eren-13ê da li gundewara Yassidagê ya li ser Erûha navçeya Sêrtê 3 terorîstên din hatin berterefkirin û jimara terorîstên berterefkirî derket 10an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın