Tirkiye

Li Sêrtê jimara terorîstên PKKyî yên ku hatin berterefkirin derket 5an

29.09.2020 - Rojanekırın : 29.09.2020
Li Sêrtê jimara terorîstên PKKyî yên ku hatin berterefkirin derket 5an

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Sêrtê jimara terorîstên PKKyî yên di çarçoveya Operasyona Yildirim-11ê da hatin berterefkirin, derket 5an.

Di daxuyaniya wezaretê da hat bibîrxistin ku duh êvarê li herêma Çiyayê Herekolê ya Perwariya navçeya Sêrtê di çarçoveya operasyonê da 4 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyona dewam dike da terorîstekî din hat berterefkirin û wiha hat gotin, "Bi vî hawî li herêma Çiyayê Herekolê ya Perwariya navçeya Sêrtê jimara terorîstên ku kuştî hatin bidestxistin derket 5an."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.