12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Li deverên çiyayî yên Sêrt û Erûhê ji ber operasyona PKKya rêxistina terorê li 77 gund, tax û mezreyan derketina derva hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariyên Cendirmeya Bajêr û Cendirmeya Navçeya Erûhê ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, girtina tevkarên wan, xerabkirina sitargeh, depo û cihên wan ên mayînê operasyonê dest pê kir.
Ji bo ku can û malê welatiyên li herêma operasyonê were parastin li gund, tax û mezreyên Kavakozu, Kemerlî, Erdogdu, Yokuşbaglar, Meşelîdere, Baglica, Demirkaya, Ormanardi, Kayikli, Kuşluca, Yazlica, Balikli, Yiginli, Çîçekyurdu, Ozkonak, Eglence, Saglarca, Akarsu, Banadalî, Kalenderê ên ser navendê, Kiliçkaya, Payamli, Çaglan, Beson, Baggoze, Çeltîksuyu, Kaşikyayla, Sevîndîk Ekînyolu, Dursunlar, Salkimbaglar, Karadayilar, Taşdîrek, Kutluca, Ufaca, Yeşîloren, Kavakgolu, Oymakiliç, Çirpili, Kazanli, Gelenkardeş, Akdîken, Budamiş, Peynîrlî, Buyukbasnî, Bozatli, Verîmlî, Yerlîçoban, Bozkuş, Ilicak, Yokuşlu, Keklîktepe, Karabiyik, Yelkesen, Çîmencîk, Bucakli, Bîngol, Aydogmuş, Gonulaldi, Dîkbogaz, Dagdoşu, Demiremek, Baştarla, Yedîyaprak, Çetînkol, Donerdover, Golgelîkonak, Uzumluk, Dalkorur, Dadakli, Çîmenlî, Ulaşlar, Ortakli, Ozlupelît, Gulburnu, Erenkaya û Dalkorur ên Erûhê ji 11ê gulanê saet 23.00î pê va heta fermaneke duyemîn derketina derva hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan divê welatî guh bidin qedexeyê.