Tirkiye

Li Stenbolê piştî nimêja îniyê ji bo şehîdên Îdlibê dia hatin kirin

Abdullah Tel  | 28.02.2020 - Rojanekırın : 29.02.2020
Li Stenbolê piştî nimêja îniyê ji bo şehîdên Îdlibê dia hatin kirin

Istanbul

 Li mizgeftên Stenbolê piştî nimêja îniyê ji bo 33 eskerên ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê da şehîd ketin, dia hatin kirin.

Ji bo şehîdên Îdlibê li Mizgefta Eyup Siltan berî nimêja îniyê Sûreta Fethê hat xwendin. Hin welatiyên hatibûn ser Tirba Eyup Siltan jî li hewşa mizgeftê dia kirin û welatiyên li Meydana Eyupsiltan kom bûbûn jî ji Quranê hin ayet xwendin. Welatiyên ji bo serdana mizgeftê hatibûn şekir û loqim belav kirin.

Li Mizgefta Çamlicaya Mezin jî bi organîzekirina Komeleya Piştevaniya Tirkên Rûmeliyê va bo 33 şehîdên Îdlibê û dia hatin kirin. Di merasima diaya ku berî nimêjê hat kirin da gelek welatî cih girtin.

Li Mizgefta Fatîhê jî berî nimêja îniyê Sûretên Feth, Yasîn û Milkê hatin xitim kirin û bo şehîdan dia hat kirin.

Gelek welatî li Mizgefta Siltanehmedê nimêja îniyê kirin û bo şehîdan dia kirin.

Ji hêla din va Serokatiya Karên Diyanetê li hemû hemû mizgeftan bi sernava "Têkoşîna me ya ji bo Heq û rihê me yê yekîtî û bihevratiyê" wek xutbe da xwendin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.