Tirkiye

Li Stenbolê ji ber baranê trafîk giran bû

Güç Gönel, Alptekin Soykan, İlyas Kaçar, Adem Koç, Hasan Hüseyin Kul  | 15.08.2022 - Rojanekırın : 16.08.2022
Li Stenbolê ji ber baranê trafîk giran bû

Istanbul

 Li Stenbolê ji ber barana ku ji serê sibehê pê va tesîra xwe nîşan da li hin herêman trafîk giran bû.

Baran li hêla Anadoluyê li Sariyer, Kadikoy, Uskudar, Umraniye û Ataşehirê bi bandor e. Ji ber barîna baranê li Rêbejaya D-100ê, Otorêya TEMê, Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pira Fatih Sultan Mehmet trafîk giran bû.

Her wisa li hêla Ewropayê jî nexasim li navçeya Beykozê serê sibehê taviyê tesîra xwe nîşan da.

Ji ber barîna baranê li Pira Xelîcê ber bi îstiqameta Enqereyê, Okmeydani, Mecidiyekoy, Zincirlikuyu û Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê trafîk giran bû.

Her wisa li seranserî bajêr di rêyên ku ji ber baranê şişmat bûn da qezayên trafîkê yên ku ziyan gihîşt wesayîtan çêbûn.

- Ji AKOMê hişyariya bandora taviyê dê zêde bibe

Ji aliyekî din va di daxuyaniya li ser hesabê Navenda Kordînasyona Afatê (AKOM) ya Twitterê da hat diyarkirin ku taviyê serê sibehê tesîra xwe li navçeyên Sariyer û Beykozê nîşan da û wiha hat gotin, "Tê texmînkirin ku baran dê tesîra xwe di saetên pêş me da zêdetir bike. Tê pêşbînîkirin ku di saetên pêş me da li hêla Anadoluyê baraneke gumrah bibare."

​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın