Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona DEAŞa rêxistina terorê da 16 gumanbar hatin girtin

Hüseyin Bağış  | 03.05.2021 - Rojanekırın : 04.05.2021
Li Stenbolê di operasyona DEAŞa rêxistina terorê da 16 gumanbar hatin girtin

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Li Stenbolê 16 gumanbarên ku di binê navê "înfaq"ê da ji DEAŞa rêxistina terorê ra pere şandine, hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê li dijî gumanbarên ku di binê navê "înfaq"ê da seba DEAŞa rêxistina terorê pere şandine û li dijî "Qanûna Der Heqê Pêşîlêgirtina Fînansmanê Terorîzmê" mixalefet kirine û sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" kirine, xebat da destpêkirin.

Polês bişev li 10 navçeyên Stenbolê di heman demê da avêt ser navnîşanên kifşkirî û 16 kes girtin.

Li ewlehiyê kar û barên gumanbaran dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın