Tirkiye

Li Stenbolê berf barî

Taha Erham Keleş, Mehmet Ali Derdiyok, Tansel Parlak, Muhammed Gencebay Gür, Metin Tokgöz, Alparslan Ermiş   | 16.01.2022
Li Stenbolê berf barî

Istanbul

 Li hin navçeyên stenbolê bişev berf barî.

Li deverên bilind ên hin navçeyên Anadolu û Ewropayê berf barî, li qerax û herêmên din jî şilope barî.

Li aliyê Ewropayê yê bajêr li navçeyên Beşîktaş, Esenyurt, Beylîkduzu, Buyukçekmece, Avcilar û Şîşliyê li kêlekên rêyan û ser wesayîtan berf girt.

Li Sultangazî, Arnavutkoy, Başakşehîr û deverên bilind ên Sîlîvriyê berfa şil, li Eyupsultanê jî şilope barî.

Hin şofêran tengasî kişand. Hin malbat jî bi zarokên xwe ra derketin derva û bi berfê leyîst.

Li Qertel û Uskudara aliyê Anadoluyê jî berf barî, li qeraxan jî baran barî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın