Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona dijî El Qaîde û DEAŞê da 8 kes hatin binçavkirin

Mustafa Hatipoğlu,Halil Demir   | 07.04.2021
Li Stenbolê di operasyona dijî El Qaîde û DEAŞê da 8 kes hatin binçavkirin

Istanbul

Li Stenbolê di operasyona dijî El Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê da 8 şikbar hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo tesbîtkirina şikbarên li ser navê El Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê çalakiya dimeşînin xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya xebatan da ekîban teqîbata teknîkî û fizîkî meşandin û gelek navnîşan tesbît kirin. Di operasyona birin ser van navnîşanan da 8 şikbar hatin binçavkirin.

Di lêgerîna navnîşanan da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.

Şikbarên binçavkirî birin midûriyeta ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın