Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞê da 11 berşik hatin girtin

Bekir Ömer Fansa   | 14.04.2021
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞê da 11 berşik hatin girtin

Adana

 Li Stenbolê di operasyona ku li 10 navçeyan li dijî 19 navnîşanan bi awayekî hevdem li dijî rêxistina terorê DEAŞê hat kirin da 11 berşik hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê xebat dan destpêkirin da ku berşikên ku peywendiya wan bi herêmên şer ra heye an jî berê li herêmên şer tevlî refên rêxistina terorê DEAŞê bûne, bên tesbîtkirin.

Piştî şopandina teknîkî û fîzîkî li 10 navçeyan li dijî 19 navnîşanan bi beşdariya polêsên tevgera taybet operasyon hat lidarxistin.

Di operasyonê da 11 berşik hatin binçavkirin, di lêgerînan da gelek dokumenên rêxistinî û alavên dijîtal hatin qefaltin.

Berşikên binçavkirî birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın