Tirkiye

Li Sirûcê di otomobîlê da pisûleyên dengan hatin dîtin

Li Sirûca navçeya Şanliurfayê di texsiya ku du kes tê da bûn û dixwest têkeve baxçeyê dibistanê da pisûleyên dengan hatin dîtin.

İbrahim Atmaca  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Li Sirûcê di otomobîlê da pisûleyên dengan hatin dîtin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Sirûca navçeya Şanliurfayê di texsiya ku du kes tê da bûn û dixwest têkeve baxçeyê dibistanê da pisûleyên dengan hatin dîtin.

Li gor agahiya ku hat hildan, texsiya ku du kes tê da bûn, xwest ku têkeve baxçeyê Dibistana Seretayî û Navîn a Bîlgiyê. Polêsan hişyarî dayê ku nekeve baxçe. Gumanbaran guh neda polêsan û xwestin dewam bikin, lê paşê polêsan gule berda hewayê û texsî da sekinandin.

Hêzên asayîşê yên ku wek teqwiye sewqî herêmê kirin û ekîbên Şaxa Lêkolînkirina Cihê Bûyerê ya Midûriya Emniyeta Şanliurfayê, piştî ku ewlehiya der û dorê hildan, di texsiyê da lêkolîn kirin û tê da pisûleyên dengan ên mohrkirî dîtin. Herdu kesên ku di texsiyê da bûn û kesekî ku eleqeya wî bi bûyerê ra heye, hatin binçavkirin.

Bersûc birin Midûriya Emniyetê ya Navçeyê û lêkolîn tê kirin bê ka bersûcan çima xwest têkevin baxçeyê dibistanê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın