Tirkiye

Li Şirnexê cezayê pere li kesê ku 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan parve kir hat birîn

Ekrem Payan, Faruk Küçük  | 13.06.2022 - Rojanekırın : 13.06.2022
Li Şirnexê cezayê pere li kesê ku 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan parve kir hat birîn

Şırnak

Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê 503 hezar û 270 lîre cezayê pere li kesê ku 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan li ser medyaya civakî parve kir hat birîn.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê tesbît kir ku hefteya çûyî kesekî 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Ekîban her wisa tesbît kir ku ev kes, A.T. ye û Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî agahdar kir.

Midûrê Şaxê Orhan Kalay ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji xeynî çoltera bajêr, li navçeyên Beytuşebab, Îdîl, Uludereyê jî jîngeha bizinkoviyan heye.

Kalay bal kişand ku wan ji welatiyan xwest ku di mijara parastina çavkaniyên xwezayî da baldar bin, heger na ew ê tedbîran bisepînin.

Kalay wiha got, "Di vê çarçoveyê da ji bo şexsê têkildar ji ber kuştina 2 bizinkoviyan 500 hezar lîre, ji ber dijayetiya Qanûna Nêçîrvaniya Bejayê ya Nimro 4915an jî 3 hezar û 270 lîre, bi tevahî 503 hezar û 270 lîre ceza hat birîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.