Tirkiye

Li Şirnex, Sêrt û Bîngolê ji ber berfê çûn û hatin bi zehmet e

Abdullah Tel   | 15.01.2021
Li Şirnex, Sêrt û Bîngolê ji ber berfê çûn û hatin bi zehmet e

Şırnak

 Li Şirnex, Sêrt û Bîngolê berf dibare.

Li Beyşebaba navçeya Şirnexê ji ber berfa ku duh pê va dibare rêya 17 gund û 5 goman ji çûn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên Rêbejê û Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gund û goman xebatên xwe didomînin.

Mija ku li navenda bajêr bitesîr bû jî ji bo şofêran bû sedema zehmetiyê û bergeha mirov dibîne teng kir.

- Bîngol

Li Karliovaya navçeya Bîngolê ji ber berfa dewam dike rêya 20 gundî hat girtin.

Ji bo vekirina rêyên gundan Ekîbên Rêbejê û Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.

- Sêrt

Li Perwariya navçeya Sêrtê jî ji ber berfa zêde rêya Geçîttepeya hatibû girtin hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın