Tirkiye

Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 76 cî û waran girtiye

Ekrem Payan, Fecri Barlık   | 16.01.2022
Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 76 cî û waran girtiye

Şırnak

Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 65 gund û 11 mezreyan girt.

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hat hildan, ji duh êvarê vir va li navenda bajêr û li navçeyên Beytuşebab û Uludereyê berf barî, bi taybetî rê û dirbên gundên çiyayî hatin girtin.

Rêya 5 gund û 4 mezreyên ser navendê, 15 gund û 7 mezreyên ser Beytuşebabê û 6 gundên ser Uludereyê girtî ne.

Li herêmê qalindahiya berfê cî bi cî heta 30 santêmî dertê. 3 loderî 3 greyder, 5 kamyonên bikêr, bi tevahî 11 ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirinê didomînin.

- Sêrt

Li deverên çiyayî yên Sêrtê ji ber baran û bagerê li navçeya Perwariyê rêya 21 gundan, li navçeya Şîrwanê jî rêya 18 gundan girtî ye.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo dergûşeke ku nexweş ket, rê vekir û li texma Gumuşorenê ya Perwariyê dergûş teslîmî ambulansê kir.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên Şeftiya Sêrtê ya 94em a rêbejan jî li Şîrwanê rê vekirin.

 -Li Meletiyê ji ber barîna berfê rêya 27 taxên çolterê hatin girtin

Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Meletiyê hat wergirtin, li Hekîmhanê 14, li Kuluncakê 6, li Arapgirê 4, li Darendeyê 2 û li Batalgaziyê jî taxek rêya wan ji ber berf û bagerê hat girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bi makîneyên kar dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın