Tirkiye

Li Şirnexê bernameya "Ji Tundiya Dijî Jinan Ra Em Bi Hev Ra Bêjin Na"

Faruk Küçük   | 26.11.2021
Li Şirnexê bernameya "Ji Tundiya Dijî Jinan Ra Em Bi Hev Ra Bêjin Na"

Şırnak

Li Şirnexê bernameya "Ji Tundiya Dijî Jinan Ra Em Bi Hev Ra Bêjin Na" hat lidarxistin.

Walî Ali Hamza Pehlivan di bernameya li Navenda Kongre û Çandê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê da diyar kir ku li her derê dinyayê jin rastî tundiyê tên.

Pehlivan bal kişand, heger hemû baskên civakê digel saziyên qamûyê têkoşînê bimeşînin, dê di warê tundiya dijî jinan da encam bên wergirtin û wiha got, "Em ji binî va, tundiyê red dikin. Em bi tu awayî qebûl nakin. Ji bo ji tundiya dijî jinan ra xeta îxbarê 183 heye û bernameya KADESê heye. Mirov dikare pir bi hêsanî KADESê daxîne têlefona xwe. Vê bernameyê ya Wezareta me ya Karên Navxweyî hefteya çûyî xelat wergirt. Ne tenê tûşbûyî, her wisa yên dibînin jî heger agahiyê bidin ewlekarî û cendirmeyê, ekîb dê pir zû bigihêjin ciyê bûyerê."

Di çarçoveya bernameyê da her wisa ji hêla ekîbên ewlekarî û cendirmeya parêzgehê der heqê bernameya KADESê da ji bo welatiyan agahî hatin parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.