Berivan Aktuğ
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
ŞIRNAK (AA) - Li Guçlukonaka navçeya Şirnexê otomobîl welgeriya şerampolê, ji ber qezayê 4 kes giran birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 DFT 762 a ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye hînbûn li texma gundê Akdîzgînê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Di qezayê da 4 kesên di wesayîtê da giran birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr û hat hînbûn ku xetereya jiyana birîndaran heye.